Dewleta Îranê artêşên Ewropayê wekî rixistinên terorîst ragihand.
Ev jî weke bersivekê li hemberî biryara Yekîtiya Ewropayê ku tê de Supaya Pasdaran wekî rixistineke terorîst dest nîşn kiribû.
Qalîbaf: Gelê Îranê Supaya Pasdaran wekî beşekê ji xwe dibîne
Serokê Palamantoya Îranê Mihemed Baqir Qalibaf, eşkere kir ku gelê Îranê Supaya Pasdaran wekî beşeke ji xwe dibînin û wiha got:
“Wekî bersiv Îran Artêşên welatên Ewropayî wekî rêxistinên terorîst dihesibînin”.
Qalîbaf: Yekîtiya Ewropa bi vê biryarê gule li çonga xwe da
Qalîbaf dest nîşan kir ku Yekîtiya Ewropayê bi vê biryarê gule li çonga xwe xist û wiha berdewam kir:
“Wê ev biryar ji bo razîkirina efendiyê xwe stand û li dijî berjewendiyên gelê wê ye”.
Yekîtiya Ewropayê, roja 19 sibatê, ji ber komkujiyên ku Dewleta Îranê li dijî xwepêşenderan pêk tîne, Supaya Pasdaran wekî rêxistineke terorîst ragihand.
Supaya Pasdaran piştî şoreşa 1979`an ji bo parastina rejîma serdest hate damezirandin û li Îranê xwedî bandoreke berbiçav e, sektorên mezin ên aboriyê û hêzên çekdar kontrol dike.