Li Sûdanê bêhtirî 500 sivîl hatine kuştin'

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku di navbera mehên Çile û Adarê de, bi taybetî li Herêma Kordofan a Sûdanê di encama êrîşên balafirên bêmirov de bêhtirî 500 sivîl hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê li Sûdanê ku di 15'ê Nîsana 2023'yan de dest pê kir, piştî du salan girantir bû û bû sedema aloziyeke mezin a mirovî.

 

Şerê di navbera her du aktorên sereke yên darbeya 2021'an pêk tê.

 

Li aliyekî, Hêzên Çekdar ên Sûdanê û Abdul Fettah El Burhan û li aliyê din jî Hêzên Desteka Lezgîn a paramiliter û fermandar Mihemed Hamdan Daglou ye.

 

Li gorî NY, Sûdan di yek ji aloziyên mirovî yên herî xirab ên cîhanê de dijî.

 

Berdevkê Komîseriya Bilind Marta Hurtado, di civîna li Cenevreyê de di der barê rewşa dawî ya Sûdanê de ev agahî da:

 

“Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, di navbera 1'ê Çileyê û 15'ê Adarê de di encama van êrîşan de bêhtirî 500 sivîl hatine kuştin.

 

Piraniya sivîlên ku hatine kuştin li 3 navçeyên herêma Kordofanê ne.”

 

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Bilez Tom Fletcher, rewşa Sûdanê wekî “rewşeke mirovî ya pir cidî” pênase kir.

 

Beşeke mezin ji nifûsa welêt hewcedarê alîkariyê ye û li hin herêman birçîbûn derketiye asta herî jor.

 

Bi milyonan kes koçber bûn

 

Ji Nîsana 2023'yan û vir ve, bi qasî 13 milyon kes ji cih û warên xwe koçber bûne.

 

Ji van, 8.6 milyon kes di hundirê welêt de mane.

 

Bêhtirî 4 milyon kes jî derbasî welatên cîran bûne.

 

NY vê rewşê wekî aloziya koçberiyê ya herî mezin a cîhanê bi nav dike.

 

Li Darfûr û Kordofanê şer giran dibe

 

Bi taybetî li herêmên Darfûr û Kordofanê şer giran dibe.

 

Piştî ku Hêzên Desteka Lezgîn (HDK) di 26'ê Cotmeha 2025'an de bajarê El Faşirê xistin bin kontrola xwe, alozî kûrtir bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye