Greva sendîkayên wê sibe dest pê bike û heta roja înê dom bike.
Di roja yekemîn de dibistan, sektora perwerde û tenduristîyê tevlî grevê dibe.
Roja duyemîn, karkerên hemû sektorên din wê derîyên sazî û febrîqeyan bigirin.
Hatûçûna hewayî wê bi tevahî qut bibe û piranîya seferên trênan wê bên betalkirin.
Sendîkayên belçîkî dixwazin bi grevê mesajeke xurt bidin hikumeta rastgir a federal.
Hikumeta federal a Belçîkayê ku di 2024an de hatibû ser kar, polîtîkayeke aborîyê ya jidyayî dimeşîne.
Hikûmet meaşê 100,000 kesên bê kar qut dike û lêçûyînên ji bo penaxwaz û koçberan kêm dike.
Ev jî rastî reaksîyonên berfireh ên sendîkayan û komên din ên civakî tê.