Komxebat di 25-26’ê Cotmehê hatibû lidarxistin, tê de rojnamevanên ji televîzyonên navendî yên Ewropa, Rojname, Ajans û Saziyên Medyaya dîjîtal amade bûn.
Di komxebatê de peyama Rêber Apo ya ji bo merasîmên Xelata Rojnamevaniyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad hate xwendin.
Piştre rojnamevan û nivîskar armanca komxebatê anîn ziman û wiha gotin:
"Divê çapemenî mîsyon, rêbaz, rêxistinbûn û zimanê xwe binirxîne û xebatê xwe berfireh bike."
Di roja yekem û duyem de semîner 'li ser rewşa çapemeniyê' û 'hebûna jinan di medyayê de çawa', hatin dayîn.
Di dawiyê de rojnemevanan nêrîn û pêşniyarên xwe kirin.
Tê payîn kir ku encamnameya komxebatê, di rojên pêş de dê were parvekirin.