Îro li Dadgeha Hiqûqê ya Esliye ya 42’yemîn a Enqerê doza betalkirina kurultayên (Partiya Komarê ya Gel)CHP hat dîtin.
Beriya rûniştina dozê mutaala ya zanistî ya ku ji aliyê ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê Prof. Dr. Adem Sozuer û ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê Dr. Volkan Aslan amede kiribûn pêşkeşî dadgehe hat kirin.
Di mutaalayê de hat gotin ku li dozên di derbarê kurultayên partiyên siyasî nêrîna dadgehên asliye yên hiqûqê dijî Kanûna Partiyên Siyasî(SPK) ye.
Di rûniştina dozê de di navbera parezerên aliyan de nîqaş derket. Parezerê dozdar Lutfu Savaş, Onur Yusif Uregen ji dadgehê xwest ku Ozgur Ozel û rêveberiya wî ji kar bê girtin û dewsa wan Kemal Kiliçdaroglu û ekîba wî rêveberiyê bikin.
Uregen îddîa kir ku di dema kongreyê de fen hatiye kirinû rêveberiya CHP’ê bi “sûcên organîzeyî” tewanbar kir.
Wekîlên CHP’ê yên li salonê amade bûn dijî vê tawanê derketin û parezerên CHP’ê diyar kirin ku ev tewan hemû xeyalî ne.
Di encama niqaşan de dadgehe daxwaza tedbîrê ya aliyan red kir û dozê taloqî 24’ê Cotmehê kir.