Li Hesekê Salvegera şehîdbûna Jîna Emînî hat vejandin

Kongra Star a kantona Hesekê bi daxuyaniyekê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî 3`emîn salvegera şehîdbûna Jîna Emînî ya ku li ser destê rêjîma Îranê hatibû qetilkirin, bi bîr anî û hemû kiriyarên li ser jinan di şexsê Jîna Emînî de, şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Jinên bajarê Hesekê pêşwazî li jinên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê kirin û bi hev re salvegera şehîdbûna Jîna Emînî vejandin û daxuyaniyek bi her du zimanên Kurdî û Erebî li parka 4`ê Nîsanê ya bajarê Hesekê bi navê Kongra Star xwendin.

Jinên Hesekê, Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê daxwaz kirin ku tevahiya girtiyên siyasî yên di zindan û girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de, serbest bêne berdan.

Di dawiyê de, bang li hemû Rêxistinên Mafên Mirovan hat kirin ku mûdaxeleya binpêkirinên ku li dijî jinan pêk tê, bi lez û bez were kirin, ji ber ku jin bingeha civakê ne û divê maf û rûmeta wan bên parastin

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24