Rêveberiya Xweser tekezî bi yekîtiya Sûriyê kir

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê tekezî bi yekîtiya Sûriyê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Xweser diyar kir ku peymana 10'ê Adarê û hevdîtinên piştî wê roleke mezin di avakirina zemîneke hevbeş ji bo diyalogan lîstin, lê belê hîna ew hevdîtin neketine pratîkê û ev jî bêcidiyeta saziyên fermî yên Şamê nîşan dide. 

Hate destnîşan kirin ku  diyaloga giştî rêbaza tekane ya misogerkirina yekîtiya Sûriyê ye. 

Rêveberiya Xweser daxuyakirin ku pênasekirina têgînên wekî hevbeşî, nenavendî û bangên lihevhatina nîştîmanî wekî hewldanên cudaxwaziyê bên binavkirin, tiştekî ji rastiyê dûr e.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê da zanîn ku  ji bo hemû komîteyên wan dest bi xebatê  bikin amade ne, lê belê li benda Şamê ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye