Başûrê Kurdistanê di nav xitimandineke siyasî ya dîrokî re derbas dibe.
Tevî ku di ser hilbijartinên Parlamentoyê re 19 meh derbas bûne, lê hîn jî asoyek ji bo avakirina hikûmeta nû nayê dîtin.
Ev valahî her ku diçe kûrtir dibe û hêviyên gel ên ji bo aramiyê jî dixe nava gumanan.
Têkildarî mijarê endamên Rêveberiya Tevgera Goran a Helebçeyê axivîn.
Berpirsê Mekteba Siyasî ya Tevgera Goran li Helebçeyê Nizar Mehmûd bal kişand ser nêzîkatiyên PDK û YNK’ê û pirsgirêkên di navbera wan de.
Endamê din ê Tevgera Goran Salar Mihemed jî diyar kir ku nêzîkî 2 salan e hilbijartina Parlamantoya Başûrê Kurdistanê hatiye kirin, lê heta niha hikûmeta nû nehatiye aktîvkirin.
Herî dawî Salar Mihemed got ku neavakirina Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û nebûna yekgirtina aliyên siyasî bê guman bandor li ser hebûna hêzên Kurdî ya li Bexdayê dike.