Şaredariya Rêya Armûşê hişmendiya paqijiyê didin avakirin

Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ji bo ku hişmendiya paqijiya hawîrdorê di civakê de pêş bikeve, dest bi serferberiya paqijiyê kir.

reset font size increase font size

Ev seferberî bi dirûşma "Paqijî Berpirsyariya Civakê Ye" li navçeyê hat destpêkirin.

Beriya destpêkirina xebatên paqijiyê, hevseroka DBP’ê ya Wanê Gonul Uzunay axivî û bal kişand ser girîngiya belavkirina çanda paqijî û parastina nirxên dîrokî.

Paşê xebatên paqijiyê ku ji destpêka buharê ve berdewam in, li tax û beravên gola Wanê dest pê kir û 12 ton gemar hatin komkirin.

Xebatkarên şaredarî û meclisê diyarkirin ku ji bo belavkirina hişmendiya paqijiyê seferberiya paqijiyê dê bi rakirina gemarê û belavkirina hişmendiya paqijiyê di nava gel de dewam bike.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye