Li Wanê "Daristana jinan" hate çandin

Di çarçoveya projeya "Daristana Jinan" de ya ku bi pêşengiya Komîsyona Jinan a Şaredariya Tuşbayê û bi hevahengiya Gerînendetiya Polîtikayên Jinê hate bicîhkirin, 500 şitlên dara berûyê bi keda jinan hatin çandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çalakiya çandina daran de ya ku li tenişta Perava Gel a Ala Şîn hate pêkanîn, Hevşaredara Şaredariya Tuşbayê Xanim Akkoş, Hevberdevka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Leyla Çelîk, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêveberiya herêmî, endamên meclisê yên jin û xebatkarên şaredariyê beşdar bûn.

Di çalakiyê de têkiliya dîrokî ya ku jinê bi xweza, ax û jiyanê re daniye hat tekezkirin.

Jinan, bi dirûşmeya "Jin jiyan e, jiyan di kokên dara berûyê ya hezar salî de ye” şitil çandin.

Avdana yekem a şitlan jî, ji hêla jinan ve hat pêkanîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye