Saziya Meteorolojî ya Tirkiyê duh (4’ ê Hezîranê) ragihand ku li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê baranek dijwar dê bibare.
Saziyê da zanîn ku dibe di rojên pêş de li Sêwaz, Erzirom, Qers, Wan, Sêrt, Mêrdîn û Amedê jî lehî rabe.
Her wiha hişyarî da welatiyan ku li hemberî bandorên neyînî yên baranê parastina xwe bikin.
Di heman demê de bang li rayedaran kir ku tedbîrên xwe bigirin.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ji meha Cotmehê heta Adarê, rêjeya barana ku dibarê derdora 103mm(4.1)’e. Îsal, ji zivistanê heta van çaxan, herî kêm ji bo 5 bajaran hişyariyên rabûna lehiyan hate kirin.
Rohêv Elî