PJAK: Parêzvanên xwezayê ne bi tenê ne

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) aktivîstên hawirdorê yên di şewata li Sineyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û ji bo greva giştî ya ku wê di 29’ê Tîrmehê de li dijî talankirina xwezayê were lidarxistin, bang li her kesî kir ku beşdarî vê çalakiyê bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî greva ku wê 29’ê Tîrmehê li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji aliyê aktivîstên sivîl û hawirdorê ve bê destpêkirin daxuyaniyek nivîskî weşand.

PJAK’ê piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya aktivîstan nîşan da û bang li hemû civaka sivîl û pêkhateyên civakî, bi taybet mamoste, rewşenbîr, karker, jinan û ciwanan kir ku cihê xwe di çalakiyan de bigirin.

 

PJAK: Şewat siyaseteke bi zanebûn e

 

PJAK’ê balkişand ser şewatên ku her sal li çiyayên Zagrosê derdikevin û got: 

“Ev ne tenê felaketeke xwezayî ye, lê di heman demê de xirabiyeke siyasî ye jî. Dema bi sedan hektar daristan dişewitin, xweza tê tinekirin. Em êşa ciwanên me yên fedakar ên ku di encama van şewatan de jiyana xwe ji dest didin, bi kûrahî dijîn.”

PJAK’ê ragihand ku wêrankirina hawirdorê bi bêxemiya hikûmetê re têkildar e.

Di heman demê de, aktivîstên jiyana xwe ji dest dane wekî “parêzvanên welat” binav kir

 

PJAK: Divê tevgereke ekolojîk ava bibe

 

PJAK’ê li dijî şewatê bertek nîşanê kêmbûna destwerdanê ya desthilatê û saziyên têkildar da û dibêje gereke “tevgera rizgariya ekolojîk” bê avakirin.

 

‘Divê her kes piştigiriyê bide grevê’

 

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de greva giştî ya ku ji aliyê Komeleya Hawirdorê ya Kurdistan-Sineyê ve di 29’ê Tîrmeha 2025’an de hatiye ragihandin bi bîr xist û bang li tevahiya gel kir ku piştgiriya grevê bikin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24