Daristana Ranyayê hişk dibe

Ji ber nexweşiya daran li Başûrê Kurdistanê û zêdebûna çolbûnê li Îraqê, jîngeha Îraq û Başûrê Kurdistanê di qonaxeke krîtîk de derbas dibe. Zêdetirî nîvê axa Îraqê di bin metirsiyê de ye û daristana Ranyayê hişk dibe.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Guhertina avhewayê êdî ne tenê hişyariyek li ser kaxezan e lê bûye gefeke fîzîkî ku daristanên Başûrê Kurdistanê hişk dike û xaka Îraqê veduguhêze çolbûyînê.

Rêvebira Jîngeha Raperînê Sawên Salih hişyariyê dide ku daristanên Kurdistanê, bi taybetî Daristana Ranyayê (ku 4% heta 5% `ê şînkatiya bajêr pêk tîne), rû bi rû yê nexweşiyeke metirsîdar bûye.

Sawên Salih da zanîn ku ev yek bûye sedema ku beşek zêde ji daran hişk bibin.

Sawên Salih got ku komîteyek taybet hatiye avakirin û dê li şûna darên hişkbûyî, darên ku li gorî avhewaya herêmê guncaw in, werin çandin.

Çavdêriya Îraqê ya kesk: 55.5% ji Îraqê di bin metirsiya çolbûnê de ye

Li aliyê din, "Çavdêriya Îraqê ya Kesk" amarên daxuyaniyeke metirsîdar belav kirine ku nîşan dide krîza jîngehê êdî bûye gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiya civakî.

Li gorî raporê heya niha zêdetirî 40 mîlyon donim erd nêzîkî %23.2ê Îraqê bi temamî bûye çol.

Zêdetirî 96 mîlyon donim erd ku dike %55.5ê rûbera giştî ya Îraqê di bin gefa çolbûnê de ye.

Îraq salane 100 hezar donim erdê çandiniyê ji ber şorbûn û hişkbûna axê winda dike û bi dehan gund ji ber bêaviyê hatine valakirin.

Li gorî Raporê ev krîz encama çend faktorên giran in, hin ji wan jî ev in:

Kêmbûna avê, guherîna avhewayê, koçberiya mezin û bahozên tozê ne

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye