Civîna Welatên G7 piştî du rojan ku li bajarê Evian yê Fransayê dihat lidarxistin bi dawî bû.
Piştî dawîbûna vê civînê koma G7 bi daxuyaniyekê encamên vê civîna bilind ragihand.
Welatan di encamnameya civîna xwe de şerê li heremê nirxandin.
G7 di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku armanca peymana di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de ew e ku pêşî li Tehranê bigire da ku çeka nûklerî hilnebirerîne.
Di derbarê Tengava Hrmizê de jî di daxuyaniyê de hat destnîşand kirin ku divê azadiya tevgera li tengava Hrumizê were misogerkirin û lê hate zêde kirin:
"Azadiya tevgera li Tengava Hurmizê û mafê derbasbûna bê asteng ji bo bazirganiya navneteweyî bingehîn in.
Brîtanya, Fransa û welatên din dê beşdarî parastina tevgerê li Tengava Hurmizê bibin û her weha beşdarî paqijkirina mayinan bikin da ku ewlehiya vê rêya avê ya girîng misoger bikin.
Mafê derbasbûna bê sînor û bêpere bi rêya Tengava Hurmizê kevirê bingehîn ê bazirganiya navneteweyî ye.
Her wiha derbarê êrîşên li ser Libnanê de jî hate diyar kirin ku hemû welatên beşdarî vê civînê bûne piştgiriya xwe ji agirbesteke tavilê li Libnanê û hewldanên serokatiya Libnanê yê ji bo bêçekkirina Hizbullahê, anîne ziman.
G7: ME CEZAYÊN LI DIJÎ RÛSYAYÊ ZÊDE KIRIN
Di derbarê şerê Rûsiya û Ukraynayê de jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên din ên G7 dixwazin bi zêdekirina zexta li ser Rûsyayê hewledanên xwe ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê zêde bikin.
Ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê di daxuyaniya hevbeş ya welatên G7 de, ev yek hate eşkerekirin:
“Em di piştgiriya xwe ya ji bo Ûkraynayê û di yekparçeyiya axa wê de yekgirtî ne û me li ser tundkirina cezayên li dijî Rûsyayê li hev kiriye.
Em ê dorpêçên li dijî Rûsyayê tevî tedbîrên sektorên petrol û gazê xurt bikin.
Me li ser zêdekirina dabînkirina şiyanên parastina hewayî sîstemên zêdetir û mûşekên astengker û her weha çekên dûravêj ji bo Ukraynayê lihev kiriye.