Şerê di navbera Hûsiyan, hikûmeta Yemenê û Erebistana Siûdiyê de berdewam dike.
Sky Newsê li ser zimanê Hizên hikûmeta Yemenê diyar kir ku di du rojên borî de di encama êrîşên hewayî di navbera hêzên hikûmetê û Hûsiyan de zêdetirî 150 kes hatine kûştin.
Her wiha bi dehan kes jî birîndar bûne.
Di encama êrîşên asmanî yên li ser cihên hêzên hikûmeta Yemenê ên li Taiz, Marib, Cewf û Saeda, ji bilî pevçûnên meydanî, nêzîkî 118 çekdarên Hûsî hatine kûştin.
Heman çavkaniyê diyar kir ku zêdetirî 36 leşkerên hikûmetê hatine kûştin.
Her wiha Hikûmetê diyar kir ku hêzên hikûmetê di pevçûnan de hejmarek çekdarên Hûsiyan girtine.
Marar: Pêwîst e zincîrên dabînkirin, bazirganî û enerjiyê werin parastin
Li alîyekî din Civîneke formula Arria di 17`ê îlonê de bi serokatiya Wezîrê Derve yê Behrêynê Abdullatîf bin Reşîd Zayanî, pêk hat.
Civîn bi sernavê "Deryayên Ewle û Ewlekariya Hevpar: Parastina Azadiya Deryavaniyê di Jîngeheke Ewlekariyê ya Guherbar de" bi rêve çû.
Ev civîn beriya 81emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêk hat.
Di civînê de Wezîrê Dewletê li Wezareta Karên Derve ya Îmaratê Şahîn Marar, tekez kir ku pêwîst e zincîrên dabînkirin, bazirganî û enerjiyê werin ewlekirin û parastin.
Ji ber ku ew stûnek bingehîn a pêşvebirina aştî û ewlehiya navneteweyî ne.
Şahîn Marar wiha got:
"Geşedanên dawî îspat kirin ku her gefek li ser herikîna zincîrên dabînkirinê, bazirganî û enerjiyê bandorê li ewlehiya xwarinê dike.
Her weha bandorên wê yên cidî li ser aboriya cîhanî dike."
Ev bûye demeke çekdarên Hûsiyan kontirola deryaya Sor û tevgava Beb Mandabê dikin.
Her wiha rê li pêşiya Keştiyê Erebistana Siûdiyê digirin û di heman demê de keştiyan dikin hedef.