Îsraîl planekê ji bo têkbirina Hemasê amade dike

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, ferman da ku eger şer ji nû ve dest pê bike, divê artêş planeke berfireh ji bo têkbirina Hemasê li Xezeyê amade bikin. Bi rêya Xaça Sor jî, Îsraîlê termên 2 dîlên xwe wergirtin. Her wiha Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa xwe ya bikaranîna hêzê ji bo bêçekkirina Hemasê dubare kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di demekê de ku hêrsa Îsraîlê ji ber vegera hêdî ya termên dîlên kuştî heye, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, duh ferman da  ku eger şer ji nû ve dest pê bike, divê artêş planeke berfireh ji bo tunekirina Hemasê li Xezeyê amade bike.

Li gorî ofîsa Netanyahu, Îsraîlê bi rêya Xaça Sor termên 2 dîlên mirî yên Îsraîlî wergirt ku radestî IDF û xizmeta ewlehiyê ya Shin Bet li hundirê Xezeyê hatin kirin.

Li gorî daxuyaniya ofîsê, ew ê piştre ji bo Enstîtuya Neteweyî ya Tiba Edlî ya Wezareta Tenduristiyê werin veguhastin.

Gefa Katz ya ji nû ve destpêkirina şerê li Xezeyê, piştî wê yekê hat ku Tabûrên Îzedîn el-Qesam, baskê çekdarî yê Hemasê, duh di daxuyaniyekê de eşkere kir ku ji bo derxistina cenazeyên mayî, hewldanên girîng û alavên taybet hewce ne.

 

Trump: Hemas li cenazeyên dîlgirtiyan digere

 

Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump duh got ku ti sedemek tune ye ku artêşa Amerîkayê destwerdanê li Xezeyê bike.

Trump di daxuyaniyên çapemeniyê de, destnîşan kir ku Hemas ji xwe li cenazeyên dîlgirtiyan dikole, hin ji wan demek dirêj e ku hatine veşartin û hin jî di bin kavilan de mane.

Trump gefa xwe ya bikaranîna hêzê ji bo bêçekkirina Hemasê dubare kir û got:

"Eger Hemas aliyê xwe yê peymana agirbestê neparêze, ew ê destûrê bide Netanyahu ku çalakiyên leşkerî li Xezeyê ji nû ve bide destpêkirin."

Li gorî rêkeftina ku bi navbeynkariya Donald Trump hatibû kirin, Hemas diviyabû di nav 72 demjimêran de piştî destpêkirina agirbestê hemû dîlgirtiyan, çi sax û çi mirî radest bike.

Îsraîlê heta êvara sêşemê, tenê 7 ji cenazeyên 28 dîlgirtiyên mirî wergirtibû.

 

Hemas Îsraîlê bi binpêkirina peymanê sûcdar dike

 

Berdevkê Hemasê Hazim Qasim jî, di daxuyaniyek kurt de piştrast kir ku Îsraîlê bi kuştina sivîlan li Şuca'iye û Refehê bi eşkereyî peymana agirbestê binpê kiriye.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku nexweşxaneyên li Xezeyê tevî ku agirbest ketiye meriyetê, di roja borî de 25 kuştî û 35 birîndar wergirtine.

Li gorî wezaretê, hejmara kuştiyên ji destpêka şerê 7'ê cotmehê ve gihîştiye 67 hezar û 938'an û hejmara birîndaran jî, gihîştiye 170 hezar û 169 kesan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye