Girtina Tengava Hurmizê bandoreke neynî li ser Petrola Îraq û Başûrê Kurdistanê kiriye.
Lewma ji bo hinardkirina petrola Îraq û Başûrê Kurdistanê ji bo bazarên cîhanê nîqaş li ser rêyên alternatîf tê kirin.
Wezareta Petrolê ya Îraqê stratejiya xwe ya nû ya hinardekirinê ragihand ku ev stratejî rasterast bazarên enerjiyê yên cîhanî û hevsengiyên herêmî eleqedar dike.
Wezaretê eşkere kir ku ew li ser rêyên alternatîf dixebitin da ku petrola welêt bigihînin bazarên cîhanê.
Îraq: Xeta petrorlê ya Kerkûk-Fîşxabûr tê nûkirin
Rêya Tirkiyê di hinardekirina petrola Îraqê de dubare dibe xala sereke.
Wezaretê ragihand ku hewlên zêdetir têne dayîn da ku kapasîteya hinardekirinê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê bigihîne 650,000 bermîlan di rojê de.
Di vê çarçoveyê de xebatên nûkirina hêla boriyan a Kerkûk-FîşXabûrê didomin.
Tê payîn ku ev xet di qonaxa yekem de bi kapasîteya veguhastina rojane ya 350,000 bermîlan dest bi xebatê bike.
"Dê xetên petrolê yên nû ber bi Sûriye û Urdunê ve jî dirêj bibin"
Îraq plan dike ku ji bo gihîştina Bendera Banyasê ya Sûriyê xeteke nû ya veguhastina petrolê ava bike.
Her wiha hat diyarkirin ku projeya boriyê Besra-Modern hîn jî di qonaxa plansaziyê de ye.
Li gorî planê, baskekî vê projeyê dê ber bi Urdunê û baskê din jî ber bi Baneyasa Sûriyê ve were dirêjkirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku xetên nû yên stratejîk dê li dijî îhtimala derketina pirsgirêkan a li Tengava Hurmizê bibin alternatîfeke jiyanî.
Bi vî awayî petrola Başûrê Kurdistanê wê li ser Tirkiye û Sûriyê (ber bi Deryaya Spî ve) ber bi bakur ve were veguhestin.
Îraqê ji bo zêdekirina hinartina petrolê bi Başûrê Kurdistanê hevahengiyê dike
Hikûmeta navendî ya Îraqê ji bo zêdekirina kapasîteya hilberîn û hinartinê bi Başûrê Kurdistanê re di nava hevahengiyê de ye.
Wezaretê ragihand ku ew dixwazin bi rêya zêdekirina hilberîna li qadên petrolê, hinartina li ser Başûrê Kurdistanê rojane bigihînin 400 hezar bermîlî.