Li gorî bîlançoyeke nû, Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê îro ragihand ku, ji destpêka şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, herî kêm jê 107 zarok bi giştî 850’î kes li Libnanê hatine kuştin.
Wezaretê diyar kir ku hejmara giştî ya miriyan ji 2ê Adarê heta 15ê Adarê gihîştiye 850 kesan.
Her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye du hezar û 105 kesan.
Bîlançoya ku roja Şemiyê hatibû weşandin, xuya dike ku 826 kes hatine kuştin.
Li gorî daxuyanîya wezaretê, di nav miriyan de 32 hemşîre hene.