Çalakiyên pêxistina agirê Newrozê, di roja duyemîn de li bajarê Qamişloyê ya Rojava Kurdistanê dewam dikin.
Îro li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk a li taxa Erbawiyê ji aliyê dayik û bavên şehîdan û bi amadebûna bi dehan xelkê taxê ve agirê Newrozê hat pêxistin.
Şênî bi sembol, cil û bergên Kurdî, tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.
Her wiha Şêniyan bi stranên gelerî, govend li derdora agirê Newrozê girtin.