Navê wî yê resen Ebdulrehman Omer e.
Di sala 1952 'an de li gundê Gorda ya navçeya Cindirêsê ye Efrînê ji dayîk bûye. Bavê Selah bavê 7 zarokan e.
Bavê Selah ji dayika xwe Gulê û bapîrê xwe dengbêjê Efrînê yê navdar Îbrahîmê Tirko û dengbêjên din ên wek Cemîl Horo, Ehmed Axa û Silêmanê Aho, fêrî stran û destanên Kurdî bibû.
Her wiha, wî her dem xwe weke şagirtekî hunermendê mezin Adîk didît. Weke nîşana rêz û baweriyê, Adîk berî koça xwe ya dawî, tembûra xwe diyarî Bavê Selah kiribû.
BAVÊ SELAH DI 1980 DE DEST BI KARÊ HUNERÎ KIRIBÛ
Rêwîtiya wî ya hunerî di destpêka salên 1980 de dest pê kir, her tim li ser stranên kevnar dixebtî û di demeke kurt de, bû yek ji stûnên stranbêjiya klasîk a Kurdî.
Di destpêka karê xwe yê hunerî de, bi koma Armanc ya hunerî re beşdar bû. Yekem kaseta wî di sala 1988'an de derket.
Li gelek welatên Ewropayê, Rûsya, Lubnan, Urdun û Îmarata Erebî, Bavê Selah aheng û şevbuhêrkên Kurdî li dar xistin û bi dehan kaset û klîb tomar kirin.
Dastan û stranên Delal, Cebelî, Şêx Seîd, Siyamend û Xecê, Gênc Osman, Hecanê û gelek stranên din ên folklorî tomar kirin û gelek destanên Çîyayê Kurmênc ji windabûnê parastin.
DI GIRTÎGEHÊN SÛRIYEYÊ DE BAVÊ SELAH HATIBÛ EŞKENCEKIRIN
Bavê Selah Kurdperwer û xwediyê dengekî çiyayî bû û Ji ber karê wî yê dengbêjiyê û helwesta wî ya niştimanî, gelek caran ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibû girtin û di zîndanê de rastî eşkenceyê hatibû.
Bavê Selah ne tenê dengbêj bû lê di heman demê de lêkolînerekî kelepûra Kurdî bû. Wî gelek lêkolîn li ser stranên kevnar amade kiribûn û dîwaneke wî ya helbestên klasîk jî amade bû. Wî li pey xwe mîrasek pir mezin ê hunerî û çandî hişt ku ji bo nifşên nû bibe çavkaniyeke girîng.
LI HELEBÊ BAVÊ SELAH HAT BIBÎRANÎN
Herî dawî, Yekitiya Hunermendên Helebê ya Tevgera Civaka Demokratîk, hunermend Bavê Selah di koça wî ya 9`emîn de li hola El Elwan a taxa Şêxmeqsûdê bi bîr anî.
Gelek hunermend, hevalên wî, endamên meclisan û saziyên sivîl her wiha hezkiriyên dengê wî beşdarî çalakiyê bûn.
DI 2016`AN DE BAVÊ SELAH KOÇA DAWÎ KIR
Hunermendê mezin lawê Çiyayê Kurmênc ê parêzvaniya çanda Kurdî ya resen dikir, nemir Bavê Selah kete dîroka çanda Kurdî ya resen û wek sembola rasteqîne hat naskirin.
Bavê Selah ji ber krîzeke dil roja 14ê Tîrmeha 2016an li nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê koça dawî kir û bi beşdariya bi hezaran hezkiriyên wî û xelkê Efrînê li gundê xwe, bi xakê ve hat spartin.