Lezgin

Amadekariyên festîvala Şehîd Zîlan berdewam dike

reset font size increase font size

Çand û Hunera Xabûrê amadekariyên ji bo festîvala bîranîna Şehîd Zîlan ku wê di 29-30`ê Hezîranê de li bajarê Hesekê li navenda Serdem bê lidarxistin dikin.

Di derbarê amadekariyên festîvalê de Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Bajarê Hesekê Sîmav Îbrahîm axivî û ev agahî da:

“Ev festîvala 5`emîn a bîranîna Şehîd Zîlan û wê li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be.

Wê festîval li Hola Şehîdên Bendeva Tişrînê ya Werzîşê (Sala Riyadî) û Navenda Çand û Hunera Serdemê du rojan berdewam bike. 

Sîmav Îbrahîm diyar kir  ku  29`ê Hezîranê wê beşên werzîşê werin pêşkêşkirin û ev lîstok jî wiha ne:

Karate, Tekwando, Basketball, Hilgirtina Hesin, Goga Filîtanê (Voleyball), Lîstoka Desmalê, Bernameyên Sporê, Lîstoka Keleh û Rakêşan(Kişandina werîs) wê were lîstin.

Endama Komîteya Amadekar a Festîvalê da zanîn ku, roja 30`yê Hezîranê jî wê li Navenda Çand û Hunera Serdemê li ser wate û girîngiya rojê ji aliyê Kongreya Star, Jinên Ciwan, Yekîtiya Werzîşê, Desteya Ciwanan û Werzîşê biaxivin.

Dîsa komên folklorî ku ev demeke amadekariyên xwe dikin, ên weke Koma Govendê, Stran, Helbest û Koma Gerestêrka Zarokên ji Reqayê wê hûnera xwe pêşkêş bikin.

Di dawî de Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Meclisa Bajarê Hesekê Sîmav Îbrahîm ragihand ku wê festîvala xwe bi stranên hunermenda Kurd Hojîn Hêriz, stranbêja Ereb Ojîn Tehlo, stranbeja Ermenî ya Ferdiye Sîlrî û pêşbirka pirsan bi dawî bikin.

Rûhêv Elî / Ilham Elî

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24