Festîvala Fîlmên Kurdî ya Sêyemîn di navbera 17-19’ê Nîsanê (2026) de li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê dê bê li darxistin.
Festîval li Sînemaya Ufa Palast û Metropolê wê bê lidarxistin.
3 fîlmên dirêj, 8 belgefîlm û 17 kurtefîlm dê beşdarî festîvalê bibin.
3 fîlm ji Rojavayê Kurdistanê, 11 fîlm ji Bakurê Kurdistanê, 5 fîlm ji Rojhilatê Kurdistanê, 7 fîlm ji Başûrê Kurdistanê û 3 fîlm jî ji qada navneteweyî hatine hilbijartin.
Endamê komîteya amadekar ê festîvalê Serhat Hulaku diyar kir ku dema wan dest bi amadekariyên festîvala îsal kir, êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê hebûn, ji ber vê yekê wek silavdayîna berxwedana Rojava dê festîval bi fîlmeke ji Rojava dest bê bike.
Dê vekirina festîvalê bi fîlma ‘Heval Birako’ ku 90 deqe ye, bê kirin.
Her wiha kurtefîlma bi navê ‘Rojava rûmeta me ye’ û belgefîlma bi navê ‘Hemo’ dê ji Rojavayê Kurdistanê beşdarî festîvalê bibin.
Serhat Hulaku destnîşan kir ku di berxwedana Rojava de keziya jineke şoreşger hat jêkirin û ev kezî bû sembola berxwedanê û wiha got:
"Me jî îsal wek sembola festîvalê jinek ku keziya wê sembola berxwedanê ye û berê wê li nexşeya Kurdistanê ye, diyar kir."
Fîlm û belgefîlmên ku beşdar bûne, li ser şoreşa Rojava, kolberên li Rojhilatê Kurdistanê, qedexeya zimanê kurdî û zexta Dewleta Tirk a li ser bajarên Kurdan, koçberkirina gelê Kurd ji Bakurê Kurdistanê, qedexeyên li ser stranên kurdî ye.
Di festîvalê de, di navbera kurtefîlman de pêşbirk tê çêkirin. 4 xelat tên dayîn.
Ji her parçeyekî Kurdistanê dê kurtefîlmek xelatekê wergire.
Ji bo fîlmên dirêj jî 4 xelatên rûmetê tên dayîn.
Serhat Hulaku da zanîn ku festîval bûye yek ji dezgehên herî girîng ku danasîna fîlmên kurdî dike, hunermendên Kurd lê dicivin û wiha domand:
"Fîlmên ji her çar parçeyên Kurdistanê di nava şer, zehmetî û qedexeyan de tên çêkirin.
Em bang dikin ku gelê Kurd beşdarî festîvalê bibe."