Di festîvala Cannesê de fîlmê Fjord Palmiyeya Zêrîn wergirt

Li festîvala fîlman a Cannesê, xelata Palmiyeya Zêrîn bo fîlmê Fjordê yê derhênerê Romanî Cristian Mungiu hat dayîn. Her Çend derhênerên navdar ji festîvalê bêhêvî bûn jî, rexnegiran merasîma îsal wekî `Canneseke asayî` bi nav kir.

reset font size increase font size

Festîvala 79`emîn a Fîlman a Cannesê, ku îsal hat lidarxistin, serketiyên xwe eşkere kirin.

Festîvala ku yek ji çalakiyên herî bi prestîj ên sînemaya cîhanê tê hesibandin, di kategoriyên cûr be cûr de, gelek fîlm û derhêner xelat kirin.

Fîlmê ku herî zêde li Cannesa 2026`an hat nîqaşkirin, Minotaur ê derhênerê Rûs ê sirgunkirî Andrey zvya-gint-sev bû.

Ev fîlmê ku behsa şerê li Ûkrayna û înkara kolektîf a Rûsyayê dike, wekî `berhema herî xurt a festîvalê` hat binavkirin.

Derhênerê Romanî cara duyemîn xelata Cannesê digire

Xelata Palme d`Or an Palmiyeya zêrîn, bo derhênerê fîlmê Fjordê yê Romanî Cristian Mungiu hat dayîn.

Bi vê yekê Mungiu bû yek ji derhênerên ku 2 caran xelata Palma d`Or a Cannesê werdigire.

Fîlmê derhênerê Polonî Paweł Pawli-kowski, Fatherland, ji bo Xelata Mezin hat hilbijartin.

Di heman demê de destana queer The Black Ball, ku ji nivîseke neqediyayî ya Federico García Lorca hatiye adaptekirin, ji bo Xelata Juriyê hat hilbijartin.

Xelata Lîstikvana Herî Baş di navbera Virginie Efira û Tao Okamoto de hat biparvekirin.

Her duyan jî, ji bo performansên xwe di fîlmê All of a Sudden de xelat wergirtin.

Festîvalê her wiha di kategoriyên kurtefîlm, belgefîlm, hilberînên serbixwe û sînemaya bi nav û deng de xelat pêşkêş kirin, û xelatên Palmiya Zêrîn a Rûmetê ji çend kesan re ji bo beşdariyên wan ên di cîhana sînemayê de hatin dayîn.

Bradshaw fîlmên dilşikestî yên Pedro Almodóvar, Asghar Farhadi û Ryusuke Hamaguchi di nav dilşikestinên herî mezin ên Cannesê yên îsal de rêz kirin.

Bradshaw festîval wekî "Canneseke asayî" bi nav kir û rexneyên xwe yên herî tund ji bo fîlmê derhênerê Japonyayî Hirokazu Kore-eda, Sheep in the Box, terxan kirin.

Rexnegiran ev fîlm wekî "yek ji têkçûnên mezin ên festîvalê" bi nav kir.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye