Şerê Rûsiya û Ûkraniyayê ji sala 2022'an ve dest pê kir heya niha jî didome.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan 4 bajarokên Ûkraynayê kontrol kirine.
Li gorî wezaretê, bajarokên Novotroitske û Petrovske yên Donetskê, Rezhnikovo û Kupino yên Kharkiv yên li rojhilatê Ûkraynayê kontrol kirine.
Her wiha Wezareta Parestinê ya Rûsiyayê diyar kir ku di 24 demjimêran de 909 dron û du bombe yên ji aliyê Ûkrayînayê ve hatibûn avîtin, hatine bê bandor kirin.
Di heman demê de, Wezaretê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hêzên wê operasyonên xwe li Kharkivê didomînin, her wiha armancgirtina binesaziya veguhastin û enerjiyê û navendên çêkirina dronan yên Ûkraynayê didomînin.
Trump: Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de agibesta enerjiyê hate ragihandin
Di nava berdewamiya êrîşên her du aliyan de, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump li ser hesbê xwe yê medya dijîtal peyamek belav kir.
Donald Trump got ku agirbesta enerjiyê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de hate ragihandin.
Li gorî peyama Serokê Amerîkayê, her du aliyan li ser agirbesta enerjiyê li hev kirine û wê bin pênekin.