Ev erdhej ji sala 1952an û vir ve ya herî bihêz a herêmê ye.
Ji ber metirsiya tsunamiyê daxwaz ji xelkê hat kirin ku nêzîkî peravan nebin.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, pêlên yekem ên tsunamiyê gihiştine peravên Kamçatka li Rûsya û çend herêmên Japonyayê.
Erdhejê tsunamiye çêkir
Erdhejê li seranserê Okyanûsa Pasîfîk a Bakur, tsunamiyek çêkir û hişt ku rayedar li Alaska, Haway û peravên din ên heta Zelandayê hişyariyên tsunamiyê bidin.
Li Amerîkayê jî bi taybetî ji bo peravên Hawayê fermana valakirinê hat dayîn.
Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê, erdhej li xaleke nêzîkî ser rûyê avê çêbûye.
Rayedarên Rûsyayê rewşa awarte ragihandin
Piştî tsunamiyê, rayedarên Rûsyayê li bakurê Giravên Kurîl, rewşa awarte ragihandin.
Sîstema Agahdariyê ya tsunamiyê ya Amerîkayê ragihand ku dibe li hinek peravên Rûsya û Japonyayê pêlên tsunamiyê yên metirsîdar çêbibin.
Piştî hişyariyê ji bo Giravên Guam û Mariana Bakur, pergalên şopandina tsunamiyê ketin tevgerê.
Piştî demeke kurt pêlên nêzîka 4 metreyan gîhîştin Nîvgirava Kamçatkayê.
Her wiha bjarokê severo- kurilskê ku 2000 kes tê de dijîn, hate valakirin.