Putin: Em ji bo dan û standinên bi Ûkraniyayê re amade ne

Piştî Civîna Bilind a G7 a li Fransayê û zextên navneteweyî yên li ser Rûsiyayê, ji Rûsya û Ûkranyayê daxuyaniyên nû û nakok hatin. Serokê Rûsyayê û Wezîrê wê yê Derve, amadebûna xwe ya ji bo dan û standinan ragihandin. Wezîrê Derve yê Rûsyayê di daxuyaniya xwe de tawanbariyên giran li dijî Brîtanya û welatên YE`ê kirin û berpirsiyariya êrîşên dawî rasterast xist stûyê wan. Li aliyê din jî, Serokê Ûkranyayê diyar kir ku Rûsya bi êrîşên li ser sivîlan niyetpakiya xwe ya aştiyê winda kiriye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Piştî civîna bilind a G7 li Fransayê û zextên ferzkirina qedexeyan li ser Rûsiyayê, ji Rûsiyayê daxuyaniyên nû derdikevin.

Serokê Rûsiyayê Vladimir Putin amadebûna xwe ji bo, ji nû ve destpêkirina dan û standinên aştiyê bi Ûkranyayê re ragihand.

Putin diyar kir ku Ûkraniya hewl dide ku di rewşa ji nû ve destpêkirina dan û standinan de hawîrdoreke çêkirî biafirîne û wiha got:

"Ûkraniya hewl dide ku şert û mercên guncaw ji bo xwe biafirîne û bide xuyakirin ku ew di rewşeke bihêz de ye.

Lê rastiyên li ser erdê bi tevahî cuda ne."

Sergey Lavrov: Birîtaniya û welatên YE`ê berpirsên êrîşên dawî ne

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî têkildarî mijarê di civînekê li Moskoveyê de axivî.

Sergey Lavrov berpirsiyariya şer û êrîşên dawî xist stûyê Ûkranyayê û welatên Ewropayê û wiha anî ziman:

"Ûkraniya bi êrîşên li ser axa Rûsyayê hewl dide ku di civakê de têkçûnekê çêke.

Brîtanya û welatên YE`ê jî di vî warî de Ûkranyayê teşwîq dikin.

Bi dabînkirina çek û piştgiriya darayî ji Kîevê re piştgiriyê didin kiryarên terorîstî."

Lavrov: Em ji bo dan û standinên bi Ûkraniyayê re vekirî ne

Wezîrê Derve yê Rûsyayê eşkere kir ku ew her dem amade ne ku dan û standinan ji nû ve bidin destpêkirin û wiha lê zêde kir:

"Em ji bo dan û standinan vekirî ne. Em tercîh dikin ku pirsgirêkê bi rêbazên siyasî û dîplomatîk çareser bikin."

Zelenskyy: Rûsya bi berdewamiya êrîşan re berisva me dide

Her wiha Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî destnîşan kir ku artêşa Rûsyayê binesaziya sivîl a li bajêr hedef girtiye û îdia kir ku Rûsya naxwaze şer bi dawî bike.

Serokê Ûkraynayê, tekez kir ku wan gelek caran bang li Rûsyayê kiriye ku şer bi dawî bike, lê heya niha êrîşan bedewam dike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye