Wezareta Karên Derve ya Hindistanê, di daxuyaniyekê de diyar kir ku di nav van kesan de 10 deryavanên Hindî hene.
Her wiha, 75 welatiyên Hindî di dema pevçûnên li welatên cuda yên Rojhilata Navîn de birîndar bûne.
Li gorî statîstîkên ku ji hêla hikûmeta Hindistanê ve hatine peydakirin, qurbanî li gelek welatan mirine; 8 li Umanê, 4 li Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, 2 li Kuweytê, yek li Îranê û yek jî li Erebistana Siûdî.