Li Belgorodê êrîşa moşekî ya Ukraynayê: Kuştî û birîndar hene

Di encama êrîşeke moşekî ya artêşa Ukraynayê li ser bajarê Belgorodê yê Rûsyayê de, herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 16 kesên din jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê navbera Rûsya û Ukraynayê li ser herêmên sînorî yên Rûsyayê dijwartir dibe. Rayedarên Rûsyayê ragihandin ku artêşa Ukraynayê bi moşekan êrîşî bajarê Belgorodê yê li ser sînor kiriye û di encamê de sivîl û binesaziya bajêr bûne armanc.

Parêzgarê herêma Belgorodê eşkere kir ku di vê êrîşê de herî kêm du kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 16 kesan jî birîndar bûne, ku rewşa hinek ji wan giran e. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên herêmê.

Ji bilî zirarên canî, moşekan zirarên mezin ên madî jî li pey xwe hiştin. Di êrîşê de navendeke mezin a lojîstîkî û depoyên pargîdaniya navdar a firotana serhêl "Ozon" hatin lêdan. Piştî teqînê, li depoyên bazirganiyê agirên mezin derketin û tîmên agirkujiyê ji bo kontrolkirina şewatê sewqî cihê bûyerê bûn.

Ev êrîş nîşan dide ku Ukrayna stratejiya xwe ya lêdana navendên lojîstîkî û aborî yên li kûrahiya xaka Rûsyayê didomîne da ku zextê li ser artêşa Rûsyayê zêde bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye