Ofîsa Xizneyê ya Amerîkayê derbarê detaêyn ambargoyê de agahî dan.
Di daxuyanîyê de ligel lîsteya ambargoyê, navê sê brazîyên Madûro jî cî girtin.
Her sê brazîyên Madûro wekî "narko-brazî" pênase kirin û hemû mal û milkên wan ên li Amerîkayê hatin desteserkirin.
Daxuyanîya Amerîkayê ya derbarê mijarê de wiha ye:
"Nîkolas Madûro û hevalên wî yên sûcdar ên li Veneûelayê madeyên hişbir dişinîn Amerîkayê û gelê amerîkî bi jehrê dixin."
Amerîka ji mêj ve ye îdîa dike serokê Venezûelayê trafîka madeyên hişbir birêxistin dike.
Ofîsa Xizneyê di biryara xwe de ambargo danî ser karsazekî ji Panamayê û 6 keştîyên Veneûelayê.
Hat ragihandin, keştî ji bo îxracata petrola Venezûelayê tên bikaranîn.