Dr. Berhem Salih siyasetvanekî Kurd e û Serokkomarê berê yê Iraqê bû.
Dr. Berhem Salih, ligel 20 kesayetên din ji çar aliyên cîhanê hate berbijêrkirin.
Ev erk duyemîn erka herî bilind a Neteweyên Yekbûyî ye.
Ji 75 salan ve, ev cara yekeme ku kesayetiyek ji Rojhilata Navîn, di vê erkê de cih digire.
Berhem Ehmed Salih, di sala 1960’an de li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye.
Di sala1976’an de, ew bû endama Partiya YNK'ê.
Di sala 1983’an de, ji Zanîngeha Cardiff a Brîtanyayê, Bawernameya Lîsansê ya Endezyariya Mîmarî ya Înşaatê wergirtiye.