Îmamoglû piştgiriya biryara partiya xwe ya Îmraliyê eşkere kir

Ekrem Îmamoglû piştgirî da biryara partiya xwe ya li ser Îmraliyê û got: "Em rast nabînin ku bi şêwaz û rêbazên ku ji aliyê piraniya gel ve nayên pejirandin, em beşdarî berdewamiya wê bibin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê berê yê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, derbarê biryara partiya xwe ya neçûna şandeya komîsyona parlamentoyê ku dê li Îmraliyê bi Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, daxuyaniyek da.

Parvekirina Ekrem Îmamoglu ya li ser medyaya dijîtal wiha ye:

"Divê sedemên ku partiya me bi pêşniyara 'hevdîtina bi Abdullah Ocalan re li girtîgeha Îmraliyê' ku ji hêla komîsyonê ve hatibû anîn, razî nebûne, bi zelalî werin fêmkirin.

Ji ber ku heta gavên demokratîkbûnê ji aliyê hikumetê ve neyên avêtin û gel di pêvajoyê de cîh negire, CHP dê bi baldarî beşdarbûna xwe ya pêvajoyê bidomîne.

Hemû hewldanên me ew e ku hêviyên îro neyên pûçkirin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye