Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk piştgirî da "Projeya Lihevkirina Neteweyî" ku bi îmzeya zêdeyî 200 kesayetên Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin.
Daxuyanî li ber avahiya Komeleya Diyalogê û Aştiya Civakî (TOD-DER) ya li Amedê hat dayîn.
Endamê Sekreteriya Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk Hasan Ozguneş daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
"Bûyerên li Rojhilata Navîn hem krîzên giran bi xwe re anîne û hem jî derfetên veguherînên girîng di nava xwe de dihewîne.
Kurdistan li navenda krîzên herêmî û veguherînê ye, gelê Kurd bi yekîtiyê dikare destkeftiyên heyî biparêze û bi pêş ve bibe."
Hasan Ozguneş di daxuyaniyê de bal kişand li ser daxwaza yekîtiyê ya li qadên 8’ê Adarê û Newrozê bilind bû û destnîşan kir ku gel îradeya xwe ya bi vî rengî bi şênberî nîşan da.
Her wiha Hasan Ozguneş ragihand ku berpirsyariyeke dîrokî dikeve ser milên partiyên siyasî, derdorên civakî û kesayetan û banga yekîtiyê ya ku li Başûrê Kurdistanê hat kirin, erênî û weke gaveke dîrokî nirxand.
Hasan Ozguneş bi navê Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk jî got ku, ew piştgiriyê didin vê bangê û wê bi rengekî çalak beşdarî karên yekîtiyê bibin.