'Ji bo aştî û pêşeroja azad wê mitîng bê lidarxistin'

Ji bo tevlîbûna mitînga "Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê" ku dê bi boneya 1’ê Îlonê li Rihayê were lidarxistin, bang hate kirin. Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî Endamên Tevgera Jinên Azad di çarçoveya 1’ê Îlonê de li Cizîrê meşiyan û pêyamên aştiyê hate dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 31’ê Tebaxê de dê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Rihayê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk mitîng were lidarxistin.

Komîteya Amadekar a Mitîngê li navçeya Balikligol a girêdayî Rihayê daxuyanî da.

Daxuyanî ji hêla endama komîteyê Ayşe Surucu ve hate xwendin û ji bo beşdariyê ev bang hate kirin:

 "Di demeke em ber bi 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ve diçin de ji bo dengê aştî û civaka demokratîk bilindtir bikin, ji bo israr û biryardariya xwe ya ji bo aştî û avakirina civaka demokratîk li qadan nîşan bidin, em her kesî vedixwînin mitînga xwe.

Mîtîng di 31’ê Tebaxê roja yekşemê saet di 17.00’ê de bi dirûşma 'Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê' li rex Novada Parkê were lidarxistin. Werin em bi hev re aştî û pêşeroja azad biqîrin."

Hate ragihandin ku wê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak û gelek kes dê tevlî mitîngê bibin.

Her wiha dê hunermend Xêro Abbas derkeve ser dikê.

 

Jinên Cizîrê ji bo aştiyê meşiyan

 

Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî ji aliyê endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş hat lidarxistin.

Bi sedan jinên ku li taxa Sûrê kom bûn bi pankarta, "Ji bo civakek azad û demokratîk aştî" heya Parqa Çarkendak meşiyan.

Piştî meşê endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan got ku bi dehan salan e li Kurdistan jinên Kurd aştiyê dixwaze û wiha axivî:

"Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro yên herî zêde xwedî li aştiyê derdikevin dayik û jinên Kurd in. Em wek jinên Kurd ji bo aştiyê em ê di asta herî jor de xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin."

Piştre jinan li ser 1’ê Îlonê nêrînên xwe anîn ziman. Dayik û jinên axivîn, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê bi bîr xistin û gotin bila komîsyona li Meclîsa Tirkiyê hatiye avakirin peywira xwe bi cih bîne.

Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê laçikên xwe yên spî bi daran ve girêdan û govend gerandin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24