Hikûmeta Veguhêz bi biryarên nû hewil dide sûcên xwe veşêre

Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê biryarên nû derxistin û ev biryar tenê ji bo verşartina sûcên hêzên wê li Siweyda û Peravê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezaretê diyar kir ku ev biryar ji bo kontrolkirina xebatên leşkerî û parastina agahiyan e, lê ev dide xuyakirin ku tenê ji bo sûcên hêzên wê neyên belgekirin.

Wezaretê, dîmenkişanda li navendên leşkerî, tevgerên meydanî û dewreyên perwerdeyê qedexe kir.

Di heman demê de dibêje nabe endamên hêzê bi cilûbergên leşkerî wêne û dîmenên xwe li ser medya dijîtal parve bikin.

Wezaretê diyar kir ku nabe endamên leşkerî daxuyanî yan jî agahî yan jî cihê yekîneyan eşkere bikin.

Bi van biryaran wezaret dixwaze sûcên hêzên xwe veşêre û neyên belavkirin.

Wezaretê destnîşan kir ku li ser cilûbergên endamên leşkerî tenê dirûşmên hebin. Ji ber ku endamên wê sembolên DAIŞ`ê di êrîşên xwe yên berê de bi kar anîne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24