Ji destpêka şer ve 80 çekdarên Heşd Şebî hatine kuştin

Heşd Şebî ragihand ku ji destpêka şerê Amerîka û Îranê ve heta niha 80 çekdarên wan hatine kuştin û zêdetirî 270 çekdar jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Desteya Heşd Şebî, bîlançoya dawî ya qurbaniyên hêzên xwe ya ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de belav kir.

Li gorî bîlançoyê, ji 28’ê Sibatê heta 8’ê Nîsanê di pêvajoya şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, 80 çekdarên Heşd Şebî hatine kuştin û zêdetirî 270 çekdarên din jî birîndar bûne.

Baregeh û navendên Heşd Şebî yên li parêzgehên Îraqê, di dema şer de, hema hema rojane dihatin bombebarankirin.

Li gorî daxuyaniyên fermî yên Heşd Şebî û berpirs û siyasetmedarên Îraqî, piraniya êrîşan li parêzgehên Enbar, Nînowa û Babilê hatine pêkanîn û sûcdar jî Amerîka tê dîtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye