Şandeya Durzî ya ji Siwêdayê çû serdana komeleya Kurd

Şandeyeke civaka Durzî ya li Ewropayê, çû serdana Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hannoverê û nêrînên xwe parve kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Armanca serdanê weke xurtkirina piştevaniya navbera gelan û pêşxistina zemînê têkoşîna hevpar hate ragihandin.

Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku li dijî zextên li ser civakên Kurd û Durzî, divê helwesteke hevpar were nîşandan.

Hate diyarkirin ku divê ruhê yekîtiyê yê gelan a di têkoşîna azadî û demokrasiyê de were xurtkirin.

Di civînê de, li ser “Meşa Azadî ji bo Rêber Apo” nirxandin kirin ku wê 8’ê Mijdarê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin.

Di civînê de bang  li hemû gelan û bi taybetî civaka Durzî kirin ku beşdarî meşê bibin.

Xwişk-Biratiya navbera gelan hate destnîşankirin

Di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin ku divê dostaniya dîrokî ya navbera gelê Kurd û gelê Durzî were xurtkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye