Lezgin

Şerê li Xezeyê bi dijwarî dewam dike

reset font size increase font size

Ji bo gihêştina agirbestê û azadkirina dîlên Îsraîlî yên ku di destê Hemasê de ne, hewldanên deplomatîk jî berdewam dikin.

Amerîka ji bo berdana dîlan û gihandina hevpeymanekê di nava hewildanê de ye

Serokê Amerika Trump derbarê mijarê de li ser malpera xwe Troth bang li aliyan kir û got: “Şer li Xezeyê bi dawî bikin û dîlan berdin. Pêwîste şer bi dawî bibe û em armancên xwe pêkbînin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyemîn Netenyahû derbarê   avakirina hevpeymanekê, ji ragihandinên Israîlê re axivî û got:

 “Berî her tiştî divê kesên dîlgirtî werin berdan û pirsgirêka Xezeyê çareser bibe da ku em bikarin van tiştan pêk bînin.”

Her wiha wezîrê Îsraîlê yê amûrên stratîjîk Ron Dermer, beriya ku li paytexta Misrê Qahîre gotûbêj dest pê bike, berê xwe da Amerîkayê ji bo bi berpirsyarên Amerîkî re hevdîtinan pêk bîne. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24