IHR: Li Îranê di sala 2025’an de herî kêm 1639 kes hatine darvekirin

Hat ragihandin ku li Îranê di sala 2025’an de herî kêm 1639 kes hatine darvekirin. Rêxistinên mafên mirovan, dan xuyakirin ku ev hejmar di nava deh salên dawiyê de asta herî bilind e û gotin dibe ku hejmar bêhtir be. Li aliyekî din, li Îranê her ku diçe zext, darvekirin û girtin didomin, di vê çarçoveyê de di nava du rojên borî de 232 welatî hatine binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rejîma Îranê dewsa ku gavên demokratîkê biavêje û darvekirinê kêm bike, hat ragihandin ku li Îranê rêjeya darvekirinê sal bi sal zêdetir dibe.

Li gorî daxuyaniya hevpar a Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (Îran Human Rights- IHR) û rêxistina bi navê ( li Dijî Cezayên Darvekirinê Em Tev bi Hevre ne), hejmara darvekirinan a sala 2025’an li gorî sala borî ji sedî 68 zêdetir bûye û gihîştiye1639 kesan.

Ev hejmar bi navînî tê wateya ku her rojê 4 kes dihatin darvekirin û ji sala 1989’an û vir ve wekî asta herî bilind a darvekirinê tê dîtin.

Herî kêm 48 jin hatine darvekirin

Li gorî raporê, 48 jin hatine darvekirin, ev hejmar di 20 salên dawiyê de hejmara herî zêde ye.

Rêxistinên mafên mirovan, dibêjin ku darvekirin ji bo zextên siyasî û kontrola civakî têne bikaranîn.

Rêveberê IHR’ê, diyar kir ku rayedarên Îranî hewl didin ku bi avakirina hewira tirsê xwepêşandanan bitepisînin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî diyar dike, ku Îran li gorî nifûsa xwe yek ji wan welatên ku hejmara herî zêde ya darvekirinan lê heye.

Li gorî encama diyar kirî ya IHR'ê, bi sedan kesên ku ji destpêka sala 2026’an beşdarî xwepêşandanan bûne, hîna jî di nava xetereya darvekirinê de ne.

Hat gotin ku ev xwepêşandan bi awayekî hovane hat çewisandin, bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî hatine binçavkirin.

Di nava kesên ku li Îranê hatine darvekirin de Kurd û Belûç zêde ne 

Hat gotin ku hejmara Kurd û Belûçan di nava kesên ku hatine darvekirin de zêde ye.

Hat ragihandin ku nêzîkî nîvê darvekirinan, girêdayî bi sûcên madeyên hişber bûn.

Hejmareke cidî ji jinan bi tawana kuştina mêr an jî hevserên xwe, hatine darvekirin.

Rêxistinên mafên mirovan dan zanîn ku, di krîza heyî de darvekirin dikarin zêde bibin û bang li civaka navneteweyî kirin ku nerazîbûnê nîşan bidin.

Di du rojan de 232 welatî li Îranê hatine binçavkirin

Ne tenê darvekirin, girtin jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye.

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê, ragihand ku tenê di nava du rojên borî de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 232 kes bêyî biryara dadwer hatine binçavkirin.

Li gorî heman çavkaniyê kesên ku hatine binçavkirin, ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve hatine binçavkirin û di dema binçavkirinê de jî tundî li wan hatiye bikaranîn.

HRANA’yê da zanîn ku ev kes, bi tawana belavkirina nûçeyên ne rast û wênegirtina cihên ku hatine bombebarankirin, hatine binçavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye