Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî plana Amerîkayê ya avakirina hêzeke navneteweyî li Xezeyê qebûl kir.
Serokê Amerîkayê Trump pejirandina planê di Neteweyên Yekbûyî de wekî "kêlîyek dîrokî" pênase kir.
Rubio: "Biryar gaveke dîrokî ye di avakirina aştiyê de"
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî li ser mijarê wiha axivî:
"Biryara Konseya Ewlekariyê ya ku plana Trump pesend dike, gaveke dîrokî ye ji bo hebûna aştiyê de. Em niha nêzîkî Xezeyeke bêçek in ku ji şîdetê rizgar bûye ."
Rubio got, Xeze dê ji hêla gelê Filistînî ve were birêvebirin, ne ji hêla Hemasê ve.
Dengdana 13 endamên konseya ewlekariyê ya NY
Plana Amerîkayê di dengdana roja duşemê de dengên 13 endamên Konseya Ewlekariyê wergirt.
Rûsya û Çîn mafên xwe yên vetoyê bi kar neanîn û bê alî man.