Roja duşemê 17ê tebaxê, êrîş li ser Herêma Kurdistanê nemaze li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û baregeha Rêxistina Ewlehî û Îstîxbaratê ya Herêmê hatin kirin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşên Îranê yên li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û baregeha Rêxistina Ewlehî û Îstîxbaratê ya Hikûmeta Herêmê şermezar kirin.
Hevpeymaniya ku şeş partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê dihewîne di daxuyaniya xwe de ev peyam da:
"Di dema şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de, Herêma Kurdistanê bûye armanca zêdetirî hezar êrîşî.
Nêzîkî nîvê van êrîşan baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê
û deverên ku endamên van partiyan û malbatên wan lê dijîn armanc kirine.
Ev êrîş tevî ragihandina bêalîbûna Herêma Kurdistanê ji destpêka şer ve, berdewam dikin.
Êrîşên Îranê binpêkirineke eşkere ya serweriya Îraqê ye.
Em ji hikûmeta federal a Îraqê dixwazin ku helwesteke cidî li dijî van êrîşan bigire."
Di dawiyê de hevpeymaniyê ji welatên ku balyozxane û nûnerên wan ên dîplomatîk li Başûrê Kurdistanê hene xwest ku zexta siyasî û dîplomatîk li ser Îranê zêde bikin.
Da ku pêşî li êrîşên din bigirin û ewlehî, aramî û serweriya Başûrê Kurdistanê biparêzin.
Îmarat, Erebistana Siûdî û Amerîkayê êrîşên Îranê şermezar kirin
Di berdewamiya daxuyaniyên şermezarkirina êrîşên Îranê de, Wezaretên Karên Derve yên Îmarat û Erebistana Siûdî, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê û Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyê Tom Barrack bi daxuyaniyên cuda êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Wezareta Karên Derve ya Îmaratê û ya Erebistana Siûdî di daxuyaniyên xwe de tekez kirin ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ya serweriya Komara Îraqê û Herêma Kurdistanê ne û gefê li ewlehî û aramiya wan dixwin.
Her wiha Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyê Tom Barrack jî bi nivîsekê li ser platforma Xê ev êrîş bi tundî şermezar kir û ew wekî gefeke rasterast li ser aramiya herêmê bi nav kir.
Tom Barrack di nivîsa xwe de ev peyam da:
"Em êrîşa li ser dost û hevparê me yê hêja yê Kurd, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi tundî şermezar dikin.
Êrîşeke wisa li dijî hevalbendên me yên pêbawer ên Kurd nayê pejirandin û gefê li aramiya herêmê dixwe."
Di heman demê de, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê jî daxuyaniyek weşand û di tê de êrîşa li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar kir.
Eraqçî û Beqayî êrîşên li ser herêma Kurdistanê red kirin

Li aliyekî din, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, êrîşa bi dronan a li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wekî pir biguman bi nav kir.
Her wiha wî bang li hemû aliyan kir ku li hemberî agahiyên ne rast û angaştan hişyar bin.
Di heman demê de, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî li ser hesabê xwe yê Xê nivîsek weşand û ragihand ku tiştek êrîşa bêwate ya li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rewa nake.
Ebas Eraqçî diyar kir ku divê dostên me yên Kurd li hemberî şêweyên şaşkirinê yên ku ji bo afirandina nakokiyan di navbera cîranan de hatine çêkirin, hişyar bin.
Di vê navberê de jî, hikûmeta Îraqê ragihand ku ji bo şopandin û lêkolînkirina êrîşên li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê komîteyeke lêkolînê hatiye avakirin.