Îraq bi awayekî fermî tevlî şerê Îranê bû

Bi awayeke fermî Îraq tevlî şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê bû. Meclisa Ewlekariya Netewî ya Îraqê destûr da Hêzên Heşda Şebî û saziyên din ên ewlehiyê ku bersiva êrîşên Amerîka û Îsraîlê bidin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê di roja xwe ya 26`an de berdewam dike.

Welatekî din jî tevlî şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê bû. Ew jî Îraq e.

Meclisa Ewlekariya Neteweyî ya Îraqê destûr da saziyên ewlehiyê û Hêzên Heşda Şabî ku li gorî mafê bersivdayînê û parastina xwe li hember êrîşên leşkerî yên li ser baregehên xwe tevbigerin.

Dîsa Meclisa Ewlehiya Netewî biryar da ku kesên li dijî Îraqê tevlî êrişên li ser saziyên ewlekariyê, berjewendiyên welatiyan û nûnertiyên dîplomatîk dibin, werin girtin.

Her wiha Çarçoveya Hemahengî jî piştgirî da biryara meclîsa Îraqê.

Li aliyê din Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

Îraq destûr daye hêzên Heşda Şebî ku bersiva êrîşan bide

 

Çarçoveya Hemahengî bi daxuyaniyekê piştgirî da biryara Meclisa Ewlehiya Neteweyî.

Çavçoveya Hemahengî di daxuyaniya xwe de got:

"Me civîna xwe ya asayî lidarxist, di civînê de serokê Meclisa Bilind ya Dadwerî û serokê Desteya Heşdî Şeebî jî amade bûn.

Her wiha geşedanên dawî yên li herêm û Iraqê hatin guftugokirin.

Çarçoveya Hemahengî êrîşên li ser Heşdî Şebî şermezar dike û weke binpêkirinek eşkere ya serweriya Îraqê binav dike.

Di heman demê de Çarçoveya Hemahengî piştgiriya biryara Meclisa Ewlehiya Neteweyî dike ku rê dide hêzên ewlekariyê ji bo parastina xwe bikin."

Amerîka gelek caran hêzên Heşdî Şebî bombebaran kiriye

Weke tê zanîn ku ji roja şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de destpêkiriye Amerîka gelek caran navendên hêzên Heşdî Şeebî bombebaran kiriye.

Her wiha grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê êrîşên dubare li ser baregeh û konsulxaneyên Amerîkî û li ser Başûrê Kurdistanê pêk anîne.

Lê ev biryara dawî ya Iraqê ya ku rê dide Hêzên Heşda Şebî ku bersivê bidin, dikare encamên cûda derxîne holê û Iraqê rasterast ber bi şer ve bibe.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye