Li gorî raporeke Bloombergê, Îranê hefteya borî piştî êrişa Îsraîlê ya li ser herêma gaza xwezayî ya Parsa Başûr, hinardekirina gaza xwezayî ya ji bo Tirkiyê rawestand.
Li gorî daneyên ku ji aliyê Komeleya Belavkarên Gaza Xwezayî ya Tirkiyê (Gazbir) ve hatine berhevkirin. Tirkiyê par ji sedî 14ê pêdiviyên xwe yên gazê ji Îranê peyda dikir.
Her çiqas ne diyar e ku ev qutbûna gaza Îranê wê çiqas bidome, çavkaniyên ku ji Bloomberg re axivîn diyar kirin ku Tirkiye ji bo çavkaniyên xwe yên sereke, Rûsya û Azerbaycanê, gazê îthal dike.