Ekrem El-Keebî, Sekreterê Giştî yê Tevgera Nûceba, di daxuyaniyekê de êrişên Erebistana Siûdî û Amerîkayê şermezar kir û daxwaza bersiveke leşkerî ya tund kir. Li gorî zanyariyan, Keebî dîplomasiyê bêwate bi nav kir û got ku tenê bersiva mûşekî dikare cezakirina "saziyên Wehabî" misoger bike.
Her wiha hat tekez kirin ku tevî dawîhatina heyama rawestandina êrişan, komên çekdar biryara xwe ya bersivdayînê zindî hiştine.