Suniyan 6 namzet ji bo serokwezîrtiya Iraqê destnîşankirin

Encûmena Siyasî Nîştimanî ya Suniyan, ji bo serokwezîrtiya Îraqê, 6 namzet destnîşankirine. Di nava wan de serokê berê yê parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî jî heye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî medya Iraqê, encûmenê ji bo wezîfeya serokwezîrtiya Iraqê navê 6 kesan weke namzet destnîşankirine.

Namzetên Suniyan yên ji bo serokwezîrtiya Iraqê evin:

``Mihemed Helbûsî, Sabit Ebasî, Salim Îsawî, Mehmud Qeysî, Mihemed Temîm û Musena Sameraî ne.``

Tê gotin Suniyan heya niha ji nav her 6 kesan, kesek diyarnekiriye û ji bo vê mijarê nirxandin dewam dikin.

Hêjayî gotinê ye di 11’ê Mijdarê de hilbijartina parlamentoya Iraqê hate lidarxistin, piştî hilbijartinê liv û tevgera aliyên siyasî ya ji bo avakirina hikumeta nû destpê kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye