Ajansa Nûçeyan a Farsê ya Îranê, ragihand ku piştî teqînan, li gelek taxên Tehranê elektrîk qut bûye.
Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê jî, da zanîn ku elektrîk li ser hin taxên rojhilat û rojavayê Tehranê qut bûye.
Li gorî heman ajansê sedema qutbûna elektrîkê hedefkirina stasyona enerjiyê ye û niha aliyên têkildar ji bo çareserkirinê dixebitin.
Artêşa Îsraîlê, beriya êrîşa li dijî binesaziya leşkerî hişyarî dabû niştecihên Tehranê ku li stargehan bi cih bibin.