Li Siweydayê agirbest careke din hate binpêkirin

Tevî ragihandina agirbestê jî li parêzgeha Siweydayê ewlehî û aramî çênebûye, ji ber ku roj bi roj kuştin û revandin zêde dibe. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku komên çekdar li gundê Ara yê Siweydayê agirbest binpê kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

SOHR'ê diyar kir ku komên çekdar bi çekên giran êrîşî malên sivîlan li gundê Ara yê Xirbet Semarê kirine û heta niha ti agahî li ser kuştî û birîndaran nehatiye dayîn.

 

Li Siweydayê 3 bira hatin revandin

 

Dîsa bi 3 birayên bi navê; Omer, Mudir û Amir Enwer Cebor dema ji bajarê Selxed ê başûrê Siweydayê, vedigeriyan Siweydayê di rêya Derayê de têkilî bi wan re qut bû.

Derket holê ku ew 3 bira li gundewarê Derayê yê di bin kontrola hêzên Hikumeta Şamê de ye hatine revandin.

 

Netanyahu: Em ji bo herêma başûrê Sûriyê bêçek bikin dixebitin

 

Herî dawiyê jî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku gelek danûstandin dikin da ku Siweyda û başûrê Sûriyê bibe herêmeke bêçek.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24