Ji dema destpêkirina şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve hatiye girtin.
Li gorî Ajansa Tesnîmê ya Îranê, keştiyeke petrolê ya Îraqê piştî razîbûna Îranê, Tengava Hurmizê derbas kir û ber bi Viyetnamê ve bi rê ket.
Hatiye diyarkirin ku keştiya petrolê ya Îraqê li gorî qanûnê deryayî ku ji aliyê Îranê ve hatine diyarkirin, derbas bûye.
Hêjayî gotinê ye ku ji dema destpêkirina şerê di navbera Amerîka- Îsraîl û Îranê de, ti keştiyên petrolê di Tengava Hurmizê re derbas nebûne.