Xelkê Dêra Zorê li rex krîza sotemenî û gazê, niha bi krîza nan re jî rû bi rû ye.
Bajarokê Dîban û deverên din li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê kêmasiyeke giran a nan dijîn.
Ji ber kêmasiya ard û paşguhkirina piştigriyê, piraniya firinên nan ên herêmê karên xwe rawestandine.
Li gorî agahiyan, firina Cezîrê li bajarokê kar dike û ew tekane firina ku xizmetê dide şêniyan e.
Lê ev firin pêwîstiyên xelkê yên mezin dabîn nake û ji ber vê li wir kirîzeke nan derketiye.
Krîzeke piralî her ku diçe kûr dibe
Ne tenê ev, nebûna elektrîkê jî barê xelkê girantir kiriye.
Di dema Rêveberiya Xweser de, jenetorên elektrîkê yên ji bo şêniyan ji bo xelkê hebû.
Lê niha ew jenetor hatine rakirin lewma xelkê serî li çareseriyên din didin.
Ew jî masrefek din e û li rex sotemenî, gaz, nanê bûye krîzeke din.
Çalakiyên şêniyan bêencam man
Di van rojên dawî de, gelek caran xelkê Dêra Zorê daketin û rewşa niha şermezar kirin.
Her wiha ji aliyên peywendîdar xwestin ku rewşa jiyanî a li Dêra Zorê baştir bikin.
Lê hîn jî Hikumeta Veguhêz a Sûriyê tu bersivek guncaw nedaye van xwestekên gel.
Hikumet li şûna ku krîza li Dêra Zorê çareser bike amûrên debara xelkê ji dest digre.
Xelkê Dêra Zorê piraniya xwe debara jiyana xwe ji amûrên dahurandina petrolê dabîn dikin.
Hikumeta Veguhêz jî van amûran teqandin û ev kar ji destê xelkê bajêr girtin.