Dewleta Îranê Tengava Hurmizê wekî zext bikartîne û bi polîtîkeya gef xwarina girtina Tengava Hurmizê dixwaze êrîşên Amrîka- Îsraiîlê yên li dijî xwe rawestîne.
Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê Îro 10`ê Adarê ragihand ku eger êrîşên Amerîka û Îsraîlê berdewam bikin, ew ê destûrê nedin ku "lîtreyek petrolê" ji Rojhilata Navîn were şandin.
Her wiha Pasdarên Şoreşê eşkere kir ku her welatekî Ereb an Ewropî ku balyozên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji axa xwe derxîne, dê xwediyê desthilatdariya tam û azadiya derbasbûnê di Tengava Hurmuzê re be.
Trump: Eger Îran herîkîna petrolê ji Tengava Hurmuz rawestîne em ê êrîşan tunditir bikin
Serokê Amerîkayê Donald Turmp jî, di derbarê vê yekê de, hişyarî da Dewleta Îranê.
Donald Trump gef li Dewleta Îranê xwar û eşkere kir ku eger li Tengava Hurmuzê herikîna petrolê rawestîne, ew ê êrîşên xwe li ser Îranê tundtir bike.
Ji dema destpêkirina Şerê Îsraîl-Amrîka û Îranê di 28`ê Sibatê de, guhertinên cidî di behayên petrolê de, çêbûne.
Roja duşemê 9`ê Adarê bihayên petrolê ji %29 zêde bûn û gihîştin asta herî bilind ji nîvê sala 2022'an û vir ve.
Îro jî bihayên petrolê ji duh kêmtir bûn û gihişte ji %7.
Çima buhayên petrolê zêde dibin?
Zêdebûna buhayê petrola xav ji ber aloziyên jeopolîtîk ên têkildarî nakokiya Îsraîl-Amrîka û Îranê ye.
Çend faktorên bigehîn bûn sedema vê bihabûnê, di nav wan de; aloziyên jeopolîtîk, pirsgirêkên zincîra dabînkirinê û psîkolojiya bazarê hene.
Tengava Hurmuzê yek ji sedemên asasî yên bihabûna petrolê ye ku rêyeke girîng a veguhastinê ye û nêzîkî %20ê hinardekirina petrola xav û gaza xwezayî ya cîhanê ji Kendava Erebî ji wir derbas dibe.
Gefên Îranê yên girtina Tengava Hurmuz an jî astengkirina seferên deryayî li wir, bûye sedema fikarên yekser li ser dabînkirina petrolê.
Pirsgirêkên ewlehiyê û êrîşên li ser binesaziyê ew jî yek ji sedema bûhabûna petrolê ye.
Dewleta Îranê piştî êrîşkirina Amrîka -Îsraîlê wê jî ji bo bersivdayîna wan, binesaziya enerjiyê li seranserê welatên Kendavê, tevî Erebistana Siûdî, hedef girtin.
Rafîneriya petrolê ya Ras Tanura li Qeterê rastî girtinên tedbîrî hatiye û her wiha hilberîna petrola xav jî kêm bûye.
Her wiha Iraqê ji ber fikarên ewlehiyê hilberîna petrola xwe ya xav heta 1.5 milyon bermîl di rojê de kêm kiriye.
Ji bo kêmkirina vê metirsiyê, gelek tankerên petrolê yên bazirganî neçar man ku li Kendavê rawestin.
Ev yek jî bandoreke neyînî li ser bihabûna petrolê kir.