Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya Şerqê re mijarên di rojevê de nirxand. Barzanî ji bo krîza petrolê diyar kir ku ew ji bo li hev kirinek nû ya bi Bexdayê re amade ne.
Li gorî li hevkirina di navbera Bexda û Hewlêrê de ku Lijneya Wezîran a Iraqê 17’ê Tîrmehê êrê kir, Herêma Başûrê Kurdistanê hemû hilberîna xwe ya petrolê dê radestî şîrketa SOMO’yê bike.
Ji bo êrîşên li ser binesaziya petrolê hat kirin Mesrûr barzanî da zanîn ku ew dizanin kî li pişt van êrîşa ne lê li benda encama lêkolîna ne.
Barzanî balkişand li ser dema êrîşan û da zanîn ku êrîş bi li hevkirina şîrketên DYA’ê re hem wext pêk hatine.
Ji bo hevkariya li gel Erebîstana Siûdî jî Barzanî destnîşan kir ku têkiliyên her dû aliyan yê dîrokî hene û ew ji bo hevkariyê amade ne.
Mesrûr Barzanî di hevpeyvînê de mijara mûçeyan jî nirxand û got: “Gelekî cihê xemgîniyê ye ku mûçeyê xelkê bibe karteke siyasî yan jî cihê nakokiyê di navbera Bexda û Hewlêrê de.”
Barzanî derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî axivî û da zanîn ew piştgirî didin vê înîsîyatîfê.
Ji bo geşedanên li Suriyeyê tê jiyîn jî Mesrûr Barzanî wiha axivî:
“Pêwîst e Hikûmeta Sûriyeyê derî li ber Kurdan veke û daxwazên wan bi cih bîne. Em hêvîdar in ku qonaxeke nû ya aramiyê li herêmê dest pê bike.”
Ji bo şerê di navbera Îsraîl û Îranê de jî Barzanî diyar kir ku ew di vî şerî de ne alî ne û hewl didin bi cîranê xwe re nebin çavkaniya gefê.